ENKS daxwaza danîna sînorekî ji kiryarên PYDê re dike
Emîndariya Gîştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê şewtandina nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li bajarê Qamişlo belav kir û têde kiryar PYDê bi tûndî şermezar kir û bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku sînorekî ji êrîşên PYDê re deyine.
Emîndariya Gîştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, sibeha roja Sêşemê çekdarên PYDê nivîsgeha partiyeke Encûmenê li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê şewitand.
Daxuyaniyê serbae kir ku, bi vê yekê hejmara nivîsgehên Encûmenê yên ku ji destpêka Adarê ve li deverên di bin kontirola PYDê de hatine şewtandin dighêje 10an.
Da zanîn, êdî ji hemûyan re zelal bûye ku ev kiryar armanca jê girtina rê ye li pêş hewlên Emerîkî Ewropî ji bo dubarekirina danûstendinên Kurdî Kurdî dikin, ya ku bi serperiştiya Emerîka û gerentiya QSDê sala 2020 dest pê kir û bi destê PYDê hate jinavbirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku ENKSê van kiryarên terorî yên ku çekdarên PYDê pê radibin şermezar dike, û serkirdeyên siyasî, ewlehî û leşkerî weke berpirs di ber van kiryaran de dît.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bang li hemû rêxistinên mafnasî û partiyan kir ji bo şermezarkirina van kiryaran herweha bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku sînorekî ji van êrîşan re deyne.
Tekez jî kir ku ENKSê pabend e bi kar ji bo yekrêziya helwêsta Kurdî û dîtina çareseriyeke siyasî ji bo bidawîanîna kirîza Sûrî li gorî biryarên navdewletî.
104