Serok Barzanî: Rol û dilsoziya xwîşk û birayên Feylî ya ji bo doza netewî û tevgera rizgarîxwaziya kurd nayê jibîrkirin

Serok Barzanî: Rol û dilsoziya xwîşk û birayên Feylî ya ji bo doza netewî û tevgera rizgarîxwaziya kurd nayê jibîrkirin

Apr 04 2024

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 44emîn salvegera jenosîda kurdên Feylî de peyamek belav kir û ragehand rol û dilsoziya xwîşk û birayên Feylî ya ji bo doza netewî û tevgera rizgarîxwaziya kurd ti demekî nayê jibîrkirin.

Peyama Serok Barzanî ya di salvegera 44emîn a jenosîda Kurdên Feylî de waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û Dilovan

Xwîşk û birayên kurdên Feylî di nav dewleta Iraqê de gelek êş û azar û derbederiyên mezin dîtine. Tenê tewanê wan ew bû piştgiriya şoreşê û tevgera rizgarîxwaziya kurd û kurdbûna xwe kirin. Derxistin û ji wan standina nasnameya sedan hezar kes ji xwîş û birayên kurdên Feylî û bêserşûnkirina hezaran ciwanên Feylî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, tewan û zulmeke gelek mezin bû. Beşek bû ji wê zincîre tewanên rêkxistî ku hikûmetên yek li dû yek ên Iraqê yên ji bo helandin û linavbirina gelê Kurdistanê encam daye.

Pêwîste Hikûmeta Federal a Iraqê wek erkê xwe ji bo vegerandina mulk û mal û nasname û qerebûkirin û nehiştina şûnên wê jenosîda Kurdên Feylî cîhbicîh bike.

Di salvegera 44 salî ya jenosîda kurdên Feylî de silav ji bo ruhê paqij ên şehîdên kurdên Feylî û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê. Rol û dilsoziya xwîşk û birayên Feylî ya ji bo doza netewa xwe û tevgera rizgarîxwaziya kurd ti demekî nayê jibîrkirin.

Mesûd Barzanî

04.04.2024

203