Serok Barzanî bêrêzîkirina hêmayan û êrîşa li ser baregeha PDKê şermezar kirin

Serok Barzanî bêrêzîkirina hêmayan û êrîşa li ser baregeha PDKê şermezar kirin

Mar 28 2022

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî 28ê Adara 2022yan, daxuyaneiyek belav kir tê de, bi tundî bêrêzîkirina hêma û sembolan herweha êrîşa li ser baregeha PDKê şermezar kirin.

Nameya serok weha gotiye: Sivikayetîkirina bi pîroziyan, sembol û hêmayên bilind bi tu awayekê nayê qebûlkirin û hêla sor e, gelek bi tundî wê sivikatiyê şermezar dikin ku şeva derbasbûyî ji aliyê kesek ve bi merceîyetê hatiye kirin.

Da zanîn: Ev cur e tevgerên nehêja tu peywendî bi gelê Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê ve tune ye. Kurdistan xwediyê çandeke bilind ya pêkvejiyanê ye û sivikayetîkirina bi sembol, hêma û pîroziyên xelkê li nav çanda gelê Kurdistanê tu demekê cihê xwe nabîne û negirtiye.

Ameja jî kir: Gelê Kurdistanê rêz û pêzanîneke zêde bi merceîyetê heye û peywendiyeke dîrokî, dostayetî û hevsoziyê di navbera Barzaniyê Nemir û Ayetulla Hekîm û şehîd Sadir hebû, peywendî û dostayetiya wan ji kevin de bû. Ew kesê ku sivikayetî jî kiriye ji aliyê yasa ve hatiye girtin û sizaya tawana xwe dide.

Serok herwiha da diyarkirin: Herwiha gelek bi tundî şewitandina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Bexda şermezar dikin ku ew e duyemîn car e ji aliyê komek têkder û şikestxwaran ve tê encamdan û ev e belge ye li ser hebûna tevlîhevî û nebûna aramî û asayîşê û di rastiyê de ew grûp jî ji bilî xerapkarî û têkdanê tişteke din ji destê wan nehatiye.

429