9 sal in, hîn jî tawanbar û kujerên Ciwan Qetna ne diyar in

9 sal in, hîn jî tawanbar û kujerên Ciwan Qetna ne diyar in

Mar 24 2021

ARK NEWS...Di rojeke weke sibe, 25ê Avdara 2021ê de, 9 sal li ser şehîdbûna çalakvan Ciwan Qetne re derbas dibin, ku di 25/3/2012an li bajarê Dirbêsiyê bi dest çekdarên nenas ve hat terokirin.

Çalakvan Ciwan Qetna, sala 1990î li Dirbêsiyê ji dayîk bûye, ji malbateke navdar e, ta asta zanîngehê xwendiye, li zanîngeha Tişrînê beşê Erebî dixwend piştre ji bo ya Helebê xwe veguhest.

Di despêka şoreşa Sûriyê de, di gelek çalakiyan de başdar kiribû, nexasim yên dijî rêjîma Esed lewma bû armanca rêjîma Esed.

Di şeva 25 Adara 2012an de, ji aliyê çar çekdarên nenas ve hat revandin, di heman rojê de termê wî hat dîtin, li warê xwe bi xak hat spartin.

Ş.E


395