Zêbarî: DAIŞ careke din serî li Sûriyê hildaye
Oct 14 2019
ARK NEWS .. Fermandarê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, DAIŞ li Sûriyê careke din serî hildaye û dê bibe gefeke mezin li ser Iraqê jî.
Babekir Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hîn ew şaneyên terorê yên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê bi dawî nehatine û DAIŞ li wir dîsa dest bi çalakiyên xwe kiriye û dîsa xwe rêxistin kiriye.”
Zêbarî wiha got: “Ew bûyerên li Qamişlo û Hesekê çêbûne, nîşan didin ku DAIŞ dîsa li wir bihêz bûne û ji ber şerê li Rojava DAIŞ dîsa serî hildaye û metirsî heye li ser Iraqê jî ku çekdarên wê ber bi Iraqê ve bên û dê ew yek bibe gef li ser deverên sînorî yên Iraqê.”
326