Hûrguliyên teqîna Efrînê

Hûrguliyên teqîna Efrînê

Oct 27 2020

ARK NEWS... Duh 26ê Cotmeha 2020an, li navenda bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê nêzîkî pira nû teqînek çê bû û bi dehan kes navbera kuştî û birîndar ketin.

Teqîn bi danê şevê derdora 6.30 çê bû, tê de 2 kesan jiyan xwe ji dest da, û 7 kes birîndar bûn.

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê navên qurbaniyan diray kirin, ji kesên jiyan xwe ji dest dane, kesek ta niha nasnameya wî ne diyar e, ya din jî bi navê Husên Hemadî 27 salî ye ji erebên ku hatin bicîkirin, ji bilî wan rêxistinê navê 7 kesên birîndar jî belav kirin, 5 ji wan jêr 18 salî ne.

Ev teqîn weke her teqînekê tu aliyekê nexistiye stûyê xwe de, û berpirsiyaretiya xwe ranegihandiye, lê teqîn li herîma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, bûne diyarde, bi tenê ji serê heyva Cotmehê ve bi dehan teqîn rû dane, piraniya wan li navenda bajarê Efrînê bû, weke çariya Newroz, Eşrefiyê, rêya Raco, û rêya Cindirêsê, û kolan nişteciyê çê bûne, ji bilî wê yekê jî ji dema Turkiyê destê xwe daniye ser Efrînê bi alîkariya çekdaran ji 18ê adara 2018an ve, ta niha bi sedan teqîn çê bûne, ji wan teqînên bihêz hene tê de bi dehan welatiyên Kurd yên Efrînê, şehîd bûne û bi dehan birîndar bûne.

Li ser teqînan tomet herdem arastî PYDê têne kirin, lê siyasetmedar û çavdêr wê yekê tekez dikin û ev teqîn ji derencamên nakokiyên çekdaran tên, herwiha armanc jê derxistina Kurdan e, hinek jî ji wan sideman vedigerîn wê yekê re ku çekdar bi xwe pê radibin da ku bibe buhaneyek ji mane çekdaran di nava bajar û navçey û gundan, ew jî bi buhaneya parastina ewlehî û aramiyê.

279