Baregeheke Emerîkî li Rojavayê Kurdistanê hat armanckirin

Baregeheke Emerîkî li Rojavayê Kurdistanê hat armanckirin

Dec 03 2023

Li Rojavayê Kurdistanê, îro 3 Berçileya 2023yan, careke din, baregeheke Emerîkî hat armanckirin.

Jêdereke agahdar taybet ji ARKê re da zanîn: "Baregeha Xerab Elcîr ya Emerîkî li bajarokê Rimêlan, rastî êrîşan hat".

Jêderê tekez kir: "Baregeha Xerab Elcîr li Bakurê Rimêlan e, bi çend mûşekan hat armanckirinew, bajarokê Rimêlan 70 K.M ji Rojhilatê bajarê Qamişlo dûr e".

Piştî êrîşê, milîsên bi navê "Berevaniya Islamî li Iraqê" ku ji Iranê ve piştevanîkirî ne, ew êrîş li xwe girt, û berpirsiyaretiya xwe ragihand.

Cîgira berdivkê bi navê "Pentagon" Sabraîna Sîng di lêdwanekê de 1 vê mehê dabû zanîn ku 74 car in baregehên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê têne armanckirin.

62