Bavê zarokekî revandî: Bila revînerên te stûxwar û rûreş bin

Bavê zarokekî revandî: Bila revînerên te stûxwar û rûreş bin

Dec 02 2023

Zarokekî kurd, ji du salan ve hatiye ji aliyê Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê ve hatiye revandin, sal û meh derbas dibin, kesûkar û malbata wî bi hesreta dîtina wî ne.

Rêdûr Şahîn, kurê gundê Til Xezalê yê gundewarê bajarê Kobanê, yê Rojavayê Kurdistanê ye, bi mebesta leşkeriya neçar hatiye revandin,

Ezîz Şahîn, bavê zarok, li ser rûpela xwe ya torên civakî "Facebook" banga xwe nû kir û xwest çarenivîsa wî diyar bibe û weha got: "Sal li ser revendina te re derbas dibin, em nizanin tu sax î yan mirî yî"

Her weha got: "Revadina zarokan pistirîn tawan di dermafê zarokan de ye, bila revînerên te û her zarokekî din stûxwar û rûreş bin, em hawara xwe dikin ku her kesek tişekî li ser dizane bila peywendiyê bi me re bike"

Di 3 Sibata 2022yan de, bavê zarokê revandî bûbû mêvanê bultena nûçeyan ya ARKê tê de tekez kiribû ku Rêdûr ji aliyê kadroyekî PKKê ve hatiye revandin, bi buhaneya rahênanê, ew xapand û revand.

Tawana Rêdûr yek ji çîrok û serpêhatiyên rojane ne, ku li deverên Rojavayê Kurdistanê yên di bin destê QSDê de her weha li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û kampên koçberkiriyên Efrînê, rû didin, ku ew yek ji berûvajî naveroka rêkeftina Mezlûm Kobanê fermandarê QSDê li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan sala 2019an îmze kiriye tê, li gorî wê rêkeftinên divê zarok neyên leşkerkirin û revandin, û zarokên jêr 18 salî di nava wê hêzê de werin berdan.

55