Xêrxwaziya Barzanî alîkarî pêşkêşî xwedan pêdiviyên tayebet li Domîz 2 kirin

Xêrxwaziya Barzanî alîkarî pêşkêşî xwedan pêdiviyên tayebet li Domîz 2 kirin

Dec 04 2023

Di çarçoveya pirojeyên xwenyên mirovî de, dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Betanî li ser xwedanên pêdviyên taybet li kampa Domîz 2 ya penaberên Rojavayê Kurdistanê dabeş kirin.

Xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe di tora civakî “Facebook” de ragihand, ku wê bi hevkariyê li gel rêxistina (ILC), roja Şemiyê 3ê Berçileya 2023yan, Betanî pêşkêşî 96 kesên xwedan pêdviyên taybet li kampa Domîz 2 ya ser bi parêzgeha Duhokê ve, kirin .

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê kar dike, alîkariyan li ser peneber, derbider û xwedanên pêdiviyên taybet re peyda dabeş dike.


85