Di salvegera 45an de.. Jiyan û Xebata Dr. Kamîran Bedirxan

Di salvegera 45an de.. Jiyan û Xebata Dr. Kamîran Bedirxan

Dec 04 2023

Îro 45 sal bi ser koçbarkirina xebatkar Dr. Kamîran Bedirxan re yek ji stûnên xebata netewî derbas dibin.

Dr. Kamîran Emîn Alî Bedirxan, di 21ê Tebaxa 1986an, li Stenbolê ji dayik bûye, li gel malbata xwe sirgûnî hejmarek bajar di hundirê dewleta Osmanî de, bûye.

Tev lê komeleya "Elte´alî" ya Kurdî bû, gelek gotar di kovarên "Jîn" û "Serbestî" de belav kirin.

Piştî kodataya leşkerî ya Mistefa Kemal Etaturk û derketina fermana darvekirinê dermafê wî de, li gel birayê xwe Celadet koçbeerî Elmaniya bû û mafnasî xwend, piştre vegeriya Bakurê Kurdistanê bo berdewamkirina xebata xwe ya netewî.

Piştî têkçûna çoreşa Agirî çareke din vegeriya Elmaniya û nameya Diktora li Laybzêg pêşkêş kir, piştre berê xwe da Beyrûtê paytexta Lubnanê û weke parêzer kar kir. Di sala 1943an de, herdu rojnameyên "Roja Nû" û "Stêr" derxistin.

Sala 1947, berê xwe da Ferensa, li zanîngeha Parîsê bû mamostayê beşê zimanên rojhilatî bi taybet zimanê Kurdî û Navenda Lêkolînên Kurdî damezrand, di 1948an de jî, nameyek di derbarê doza Kurdî de pêşkêşî Emîndarî giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir.

Ji bilî Kurdî, Dr. Kamîran zimanên "Tutkî, Farisî, Elmanî û Erebî" dinasî, 26 pirtûkên wî hatin çapkirin serbarî gotaran.

93