Elmaniya.. Zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê pileya yekê di qehremaniyeke Cudo de stand

Elmaniya.. Zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê pileya yekê di qehremaniyeke Cudo de stand

Dec 05 2023

Zarokekî Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê pileya yekê di qehremaniyeke werzişa Cudo de li Elmaniya, bi dest xist.

Zarokê bi navê Alan Umer Fewaz Haçim (11 salî) ku ji bajarê Kobanê ye, pileya yekem di qehremaniyeke Cudo de ku di navbera Elman û Okrayniyan de bi rê ve çû, bi dest xwe ve anî.

Di vê derbarê de, Umer Haçim bavê Alan ji ARKê re axivî û got: "Beriya niha jî Alan di temênê 8 saliyê de, pileya 3yem di qehremaniyekê de sala 2020 li Okrayna bi dest xist bû".

Umer Haçim ku li Îsin dijî Serbar kir: "27 salan li Okrayna jiyame û piştî despêkirina şer ez û malpata xwe penaberî Elmaniya bûn".

Cudo werzişeke Yabanî ya nerîtî ye, di sedsaliya 19an de bi pêş ket, yasa û pirensîpên wê ji aliyê Cîgoro Kano ve hatine danîn, ku yekem dibistana xwe di Cudo de sala 1882an vekir

108