Li Minbic û Kobanê Berhemên çandiniyê hatin şewitandin
Turkiyê û girûpên çekdar gundewarên Minbicê armanc kir û di encamê de agir bi rûberên mezin ji berhemên çandinîyê ket.
Jêderên xwecihî ji deverê ragihand ku duh Yekşemê Turkiyê û girûpên çekdar bi topan gundê Eltoxar, Çiyayê Elseyada, Elkawkilî, Korhiyûk, û Qirt Weyran li gundewarê Minbicê armanc kirin, û di encamê de agir bi perhemên çandiniyê ket.
Di heman rojê de jî Turkiyê bajarokê Elşiyûx li gundewarê Kobanê armanc kir û di encamê de berhemên çandiniyê şewitîn.
Pêş çend rojan jî bi heman şêweyî Turkiyê herdu gundewarên Minbicû Eyn Îsayê armanc kiribû û di encama wê êrîşê de rûberên mezin ji zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.
294
