Li Cizîrê 70 hezar donim genim û ceh rastî şewatê hatiye

Li Cizîrê 70 hezar donim genim û ceh rastî şewatê hatiye

Jun 08 2019

Li navçeya Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran donim ji zeviyên çandî bi genim û ceh rastî şewatê hatine û hîn jî şewat û şewtandina zeviyan bê ku pêkîner werin naskirin û rê li ber wan şewatan were girtin, berdewam e.

Rêveberya Çandiniyê ya Rêjîmê li Hesekê ragihand ku ta niha li seranserî navçeyên parêzgeha Hesekê 70 hezar donim ji zeviyên ku bi genim û cehî hatine çandin rastî şewat û ziyanê hatine.

Her li gorî wê rêveberiyê ku derdora 18 hezar ten genim û ceh ji ber şewatê hat jidestdan, ku bi wê yekê ziyaneke madî mezin dighêje cotkaran, û got jî ku bilindibûna pileyên germê û hişkbûna berhemên genim û ceh û nebûna valahiyan navbera zeviyan de rê dide agir ku zû û brefireh belav bibe..

892