5 sal ji aliyê PYDê ve revandiye
ARK NEWS ..Çekdarên PYDê û rêveberiya wan ya xweser bi navê Niyaza Pak yan destpêşxeriya mirovî terorîstên DAÎŞê serbest berdidin û di heman demê de şerê wan li Dêrazorê û Bûkemal dikinm, lê ta niha bi dehan ji serkirdeyên kurd û endamên partiyan di zindanên wan de bê tomet girtî ne û ji wan 5 sal ser wan re derbas dibin û ta niha tu agahî û zanyarî li ser wan tune ne .
Parêzer Idrîs Elo çalakvanê siyasî û endamê komîta herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya eve 5 sal in û ji aliyê çekdarên PYDê ve girtiye û tu danpêdan ji PYDê derbarî girtina navbûrî de derneketiye .
Idrîs Elo sala 1968an ji dayîk bûye ji gundê Dîkê yê navçeya Raco ye li navenda bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê dijiya û wek parêzer kar dikir, ji despêka şoreşa Sûriyê tevlî liv û tevgera şoreşê bû lewma bû armanca PYDê û di 8/11/2018an girûpek çekdar ser bi PYDê ve êrîş bir ser mala wî û Idrîs Elo binçav kir û ji bo cihekî nediyar bir û ta niha nediyare di jiyanê de yan ji bo rêjîmê hatiye radestkirin .
Gelek hewil ji aliyê malbata wê ve hatin dan da ku çarenivîsa wî diyar bikin lê hewlên wan bê encam bûn û berpirsên PYDê di wan deman de danpêdan bi wê yekê nekirin û digotin ku tu kes bi navê Idrîs Elo li cem wan tune ye .
Di dehan ji serkirdeyên kurd û endam û alîgirên PDK-S û Encûmena Niştîmanî ya Kurd LI Sûriyê bê sûc û guneh di zindanên PYDê de girtîne û berovajî wê yekê navbera her dem û demekê PYDê girtiyên DAîŞ û Mertala Feratê û Artêşa Azad û girûpên tundraw serbest berdidin û li ser girtina welatparêzan û şoreşgeran hîn rijdin û berdewam in .
Ş .E
817
