Qamişlo .. PYDê berpirsekî PDK-Sê revand

Qamişlo .. PYDê berpirsekî PDK-Sê revand

May 04 2019

ARK NEWS .. Di berdewamiya binpêkirinên partiya Yekitiya Demoqrat PYDê li herêmên Rojavayê Kurdistanê di derheqê endam û alîgirên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê çekdarên PYDê duh 3ê Gulanê 2019an berpisekî PDKSê li Qamişlo revand .

Duh danê ber êvarê çekdarên PYDê Mihemed Eyo endamê Rawêjkariya PDK-Sê û Serokê Xwecehiya Rojava ya ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji mal revand û berev zîndanên xwe bir .

Cîn keça Mihemd ji malpera fermî ya PDK-Sê re ragihand ku 2 otombêl ser çekdarên PYDê girtin ser mala wan û bavê wê revandin û tekez kir ku piroseya girtina ser malê piştî bidawîhatina civîna Encûmenê li bajarê Qamişlo hate pêkanîn
Çekdarên PYDê ne bi tenê berpis û serkirde û aligirên partiyên ne li gorî siyaseta wan digire lê êdî zarokên biçûk jî têne revandin.

Di 1ê meha Gulanê keça bi navê Zagros Mihemed Emîn ji bajarê Dêrikê hate revandin .

Zagrosa bi tenê 11 salî ku di pola 5an asta seretayî li dibistana xwe dixwend hate revandin û PYDê dan bi revandinê ji malbata wê re kiribû .

Ji dema deshelatdariya PYDê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û binpêkirin derheqê kurdan de ji kuştin surgunkirin revandin sepandina tometan berdewam e ku ji ber siyaseta wan ya şaş bi 10 hezaran ciwan û malbat bûne derbidr û penaber û hîn jî bi kiryarên xwe de di dema hestiyar ya ku Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe rijd in û bangên yekrêzî û destberdana ji kiryarên ne li berjewendiya kurdan xemsariyê didin ber çavên xwe û paşguh dikin .

Ş.E


368