Guhertina demografîk li Efrînê

Guhertina demografîk li Efrînê

Jan 23 2020

Guhertina demografîk li Efrînê

Zehra Ehmed

Demografiya navçeyên Kurdistana Sûriyê, di qonaxên cuda û dirêj de hatine guherandin di hewildanên tinekirina nasnameya Kurd û kêmkirina hejmara miletê kurd bi siyasetên darê zorê û bikaranîna tawanên ku li gorî yasayên navdewletî dikevin di rêza tawanên şer û dijemirov de.

Oparesyonên herî metirsîdar yên guhertina demografî li serdema desthilata Ba'is û guhertinên demografî yên vê dawiyê bi rêya dagîrkeriya Tirkiyê ya li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî hatin pêkanîn.

Gelek piroje û siyasetên çewsandina netewî ji hêla rayedarên desthilatdar li Sûriyê li dijî gelê Kurd hatine pêkanîn, ku miletê kurd ji hemû mafên xwe yên rewa hatine bêpar kirin, û projeyên nijadperest û biryarên awarte li dijî hatine sepandin û ji wan bi taybetî guhartina demografî li deverên kurdî.

Mezintirîn guhertina demografî bi rêya projeyê bi nav "Kembera erebî" ji hêla hikûmeta Sûriyê li sala 1974 an de destpê kir, bi destdanîna li ser zeviyên çandiniyê yên cotyar û gundiyên kurd li deverên sînorî li herêma Cizîrê ji (Serêkaniyê heta Dêrikê), û dabeşkirin wan zeviyan li ser hawirdên ereb ji Reqayê û Helebê.

Di 06.26,1974, hukûmeta Sûriyê bi fermî dest bi pêkanîna projeya "kembera Erebî" kir, bi dirêjî 350 û 370 km, û paniya 10-15 km ji sînorên digel kurdistana Îraqê heta rojavayê Serêkaniyê, bi avakirina bi dehan gundan ji bo bicihkirina Erebên bi nav "Alxemer" li Dêrik, Tirbespî, Qamişlo, Amûdê, Dirbasî, Tiltemer û Serêkaniyê...

Li Efrînê, guherînek demografî ya cidî ji hêla dagîrkeriya Tirkiye tê pêkanîn bi rêya kuştin û koçberkirin û hawirdkirina Erebên Idlib û Şamê û Dêrazorê li gorî bazarên siyasî.

Pêngavên sîstematîk yên guhertina demografî bi girseyî, bi rêya oparesyonên leşkerî, dizîna şûnwarên dîrokî, şewtandina daristan û zeviyên zeytûnan, û kuştin û revandin û îşkenceyê li ser destê Tirkiyê û çeteyên opozisyona Sûriyê li dijî gelê kurd têne pêkanîn.

Tirkiye, bi hevkariya çeteyên xwe rêdigire li pêşiya vegera xelkê koçberên Efrînê yên koçber bûne ji ber topbaran û êrîş û destdirêjiya Tirkiyê, ku bi awayekî sîstematîk rê digire li pêşiya vegera wan li ser cih û warên xwe bi rêya peydakirina gelek astengiyan û binpêkirinên li dijî sivîlan, di nav de kuştin, revandin, talan, talan, girtin û îşkence, herwiha niha bi heman şêwayê guhertina demografî li Serêkaniyê û Girêspî destpê dike.

Efrîn û navçeyên kurdî bûne qurbaniya bazarên siyasî û rêkeftin û agirbestên li Idlibê û deverên din ku bi darê zorê ji hêla çekdarên opozisyonê ve hêjî oparesyonên guhertina demografî û desteserkirina xanî û milkên kurdan li deverên dagîrkerî berdewam in.

Guhertina demografî li gorî yasa û peymanên navdewletî, bi tawanên şer têne hesabkirin, û ji ber vê yekê, divê civaka navnetewî bi erkên xwe yên dadrêsî û mirovî rabe bi rêya bidawîkirina oparesyonên guhertina demografî û dadgehkirin û darizandina tawanbarên wê

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

495