
Piştî 7 salan ji binçavkirinê diyar bû ku di bin eşkenceyê de şehîd bûye
Jun 16 2020
ARK NEWS... Welatiyekî kurd ji 2013an de di zîndanên rêjîma Esed bû, lê piştî 7 salan diyar bû ku di bin eşkenceyê de hate kuştin û şehîd bûye.
Jêderekî nêzîk ji malbatê ji ARKê re ragihand ku Eladîn Hesen Xelef, di meha Adara sala 2013an de, li ser destê çekdarên rêjîma Esed hate binçavkirin, û ji wê demê ve û heta weke îro tu zaniyaryek li ser çarenvîsa wî tune bû.
Herwiha jêderê da zanîn, ku roja Înê 12ê Hizêrana 2020, nûçeya şehîdbûna Eladîn Hesen bi malbata wî gihşit ku dibin eşkencê de hatiye kuştin û şehîd bûye.
266