Salvegera koçbarkirina Serkirde Mihemed Nezîr Mustefa

Salvegera koçbarkirina Serkirde Mihemed Nezîr Mustefa

Dec 22 2019

Salvegera koçbarkirina Serkirde M.Nezîr Mustefa
Mahir Hesen

Di sala 2008-an de, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye - al-Partî, Rêzdar Mihemed Nazir Mustafa, koça xwe ya dawî kir û çû li ser dilovaniya Yezdanê Mezin .

Serkirdeyekî pir zexmet û welatparêzî bi dilsozî kir , ji ber helwest û taybetmendiyên wî yên berçav , ew di nav tevgera neteweyî ya kurd de û di hemî warên siyasî, çandî û civakî û her weha di warê perwerdeya kurdîtiyê yek ji pêşengên herî bilind dihat naskirin , ew di nav malbatek neteweyî ya ku di têkoşînên xwe de tê nasîn mezin bû . Lebat , tevgera û meşa wan tenê ber rizgarîxwaza gelê Kurd de bû , ji ber vê yekê çûyîna wî ne tenê zirarek ji bo partiyê bû, lê di heman demê de ziyanek ji bo tevahiya axa Kurdistana Sûrî û tevgera ya Siyasî bû .

Heyşt salan di zindanên rejîma Be’ssa dîktator a xwînrêj û mij ma , bê ku ji parastina mafên gelê xwe gavekê di şûnde vegere , bi wêrekî û prensîbên ku wî bawerî xwe bê anî bû yek rêzî û nêzîkatiya Kurdan bû , li ser şopa nemir Barzanî di têkoşîn, fedakarî, bîrdozî û baweriya binetew digeriya , ji bo bidestxistina mafên rewa yên neteweyî yên gelê me yê Kurd li Sûriyê her li pêş de dimeşiye .

Jînegeriya wî :

Kurtasiyek kurt ji jiyana wî:
Nemir Mihemed Nazir Mustafa di sala 1939-an de li bajarê Dêrik ji dayik bû , û ew ji malbatek welatparêz e (malbata Ali Yunis, serokên şoreşa hişmend a li Kurdistanê, Tirkiyê). Yekem çar tevlî refên Partî bû di sala 1958 û heya giha Komîta Navendî û piştire bû andamê Ofîsa Siyasî di kongirê yekem de (pişti Konferansa Neteweyî ya Yekbûn) ku di sala 1972 de li Herêma Kurdistanê hate lidarxistin, û di Tebaxa 1973-an de ew li gel gelek hevalên xwe yên partî re hat girtin ji ber ku helwesta wan redkirina pêkanîna zinara erebî li parêzgeha Hesakê û ew di zindanê de dimîne heya sala 1981 , wî beşek ji zindaniya xwe di hucreyekê de bi tenê derbas kir . Piştî ku ji zindanê serbest hat berdan , ji karê rêxistinî dûr ket , lê ew bi rêbaz xwe ve girêdayî bû.

Piştî Şehîdbûna serokê giştî yê partiyê, şehîd Kamal Ehmed Derwêş, rêhevalên wî daxwaz jê kirin ku li karê xwe yê rêxistinî vegere û rêberiya Partiyê bike. Di konferansa heştemîn ya partî de wek endamê komîteya navendî hate hilbijartin , piştre jî wek serokê komîteya navendî, û di konferansa neh de ew wek sekreterê giştî yê partiyê hate hilbijartin û di Konferansa dehemîn tevî ku ew ne hezir jî bû , ji ber nexweşiya wî lê dîsa wek sekreterê Partî hat destnîşan kirin .

Nemir Mihemed Nazir Mistefa yekem kes bû ku ji Zanîngeha Parêzeyê ji nav xwendekarên Kurd derket û ew yekem parêzvanê kurd li parêzgeha Hesekê bû , û karê xwe bi dilpakî û paqijî dikir


Ew di dawiya sala 2006-an de bi nexweşiya penceşêrê ket û bi hestiyariyekî geş ji Serok Mesûd Barzanî ferman da ku ew li nexweşxaneyên Parîsê were dermankirin, û rewşa wî ji aliyê Sîwan Barzanî ve hate şopandin û ji nêzîk ve û dibin çavdêriya wî de dihat derman kirin. Li ser bingeha raporên bijîşkî ji Sûriye hatine şandin.
Û di roja Duşemê 12/22/2008 koça dawî kir

PDKS bi serfirazî nerxê rizgariya miletê xwe dide û gelek serkirde yên din jî mîna şehîd Nasreddîn Berhik, Endamê Ofîsa siyasî li ser rêya Azadiyê şehîd bû û her wiha xebatkar Behzad Dorsin endamên Ofîsa Siyasî ji aliyê Dijminê Kurdîtiyê ve binçav bû lê PDK-S berdewam e û ji rêya Berzaniyê Nemir navegere.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

1745