Zimanê me

Zimanê me

May 15 2020

Zimanê me

Hesen Gulexeyrî

Milet bi zimanên xwe tên naskirin, ti tişt weke ziman Gelan nade naskirin , ev rastî şîrovekirinê naxweze, rastiyeke tenê dema ku mirov dibêje ez Kurd im, Ereb im, Rûs im an jî Faris im tê nasîn ku wek miletek xwedî zimanekî cuda ji zimanên hemî Cîhanê.

Ziman Dewlemend bûna xwe ji hêza xwe û hêza mirovên bi zimanê xwe bi kar tînin û ti carî miletên ku berxwe didin zimanên wan qet winda nabe, ev jî rastiyeke ku miletê berxwe dide, dixwaze ziman, ax, namûs xwe biparêze.

Di hemî Cîhanê de li gor profêsorên di warên zimanan de kar dikin 6909 ziman hene û her zimanek ji wan zimanan zaravayên xwe jî hene, lê belê hinek ziman jî mixabin ketine bin xêza windabûnê, ji ber ku kesên bi wan zimanan diaxfin hejmara wan ji ber sedemên çi siyasî û çi xurstî mîna borkan û gelek tiştin din jî kêm dibin.

Zimanek ji wan jî heye û cihê xwe bi temamî li asteke bilind digre, ew jî ZIMANÊ KURDÎ ye, zimanekî zengîn e û dewlemend e bi hemî zaravayê xwe, çi Kurmancî, Soranî, Zazakî, Guranî .

Zimanê Kurdî zimanek Hindo-Ewropî ye û nêzî 50 millyon kes bi kurdî diaxifin di erdnîgariyeke derdora 500 hezar km2 berfireh e bi navê Kurdistan ya ku hatiye perçekirin di peymana Saykis-Pîko sala 1916 di dema şerê Cîhanî yê yekemîn nav çar welatên ku girsniya zor û zilma xwe bi giştî berdane li ser windakirina zimanê kurdî têkbirina wî.

Ev hinek agahî ne di derbarê zimanê me em dizanin, lê belê çima em romanên xwe di warên wêje û rêzman de zengîn nakin? Ev pirsa herî girîneg e, ji ber ku ziman wateya me dide û bê dubarekirin me dide nasîn.

Tiştî herî baş ku dikeve bin xizmeta zimanê me û dibe alîkar ev medyaya civakî weke Fêsbûk , Tiwîter ji xeynî raghandina kenalan, ji ber ku roja weke îro her mirovekî rûpeleke xwe yan jî du rûpel li ser medyaya civakî hene û em ji bîr nekin malbat alîgira herî baş e ku ziman xurt dike, lê dema em dibêjin malbat em dibêjin ew xêza yekemîn û ya serî de ye ku parastina zimên dike bi xebandine di fêrkirina zarokan li ser hezkirina zimanê kurdî

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

742