Jiyan û xebata Mîr Celadet Bedirxan

Apr 27 2021

ARK NEWS… Di 26 Nîsana 1893an de, Mîrzadekî kurdan ji dayik bû, bi xwe re jî kesayetiyeke çalak, xwedîbandor û berhem derket holê, û ta weke îro jî piranya kurdan berhem, bîroke û xumava pênûsa wî bikar tînin.

Zimanzan, siyasetmedar, şoreşger, niştîmanperwer, welatparêz, û danerê elfebeya kurdî latît Mîr Celadet Bedirxan, Mîr Celadt Emîn Elî Bedirxan neviyê Bedirxaniyan, xwediyên Mîrxaneya Botan, Mîrxaneya Bedirxaniyan ku nîvdeweltek di mêjoya kurdan de ava kir, ji ber kar û xebat û lixwedîderketin li kurdan, rastî girtin, sirgunkirin û astengiyên berdewam dihatin.

Karê destpêkî yê herî balkêş gera Mîr Celadet Bedirxan li gel Rojhlatnasê Ingilîzî Mêcer Noyîl sala 1919an di nava kurdan, hoz û êlên wan de ji bo danheva kiltur û pêmayên kurdan bû, û ji wir çirûska bîrokeya nivîsandina bi elfabeya latînî li cem mîr Celadet Bedirxan destpê kir, nexasim ku di wê serdemê de bi elfabeya aramî dinivîsand, nivîsandin û elfabeya Rojhilatnasê Inglêzî bala wî kişand, û li wir biriyara nvîsandinê bi tîpên latînî da.

Sala 1922an, û li ser fermaneke Mustefa Kemal Etatork, bi dehan xebatkar û niştîmanperwerên kurd hatin sirgunkrin, piranya wan ji malbata Bedirxaniyan bû, Mîr Celadet Bedirxan jî yek ji wan kesan bû, ku sirgunî Elmaniyayê bû û li wir mafperwerî li Zanîngeha Layizbirgê ta sala 1925an xwend, û hevdemê xwendina xwe ya zanîngehê mijûlî berhevkirina elfabêyeke kurdî dibû.

Ji 1925an ta 1931ê, ta ku nêzîktirî milet xwe û êş, azar, şoreş û tevgerên wan bibe, Mîr Celadet berê xwe da welatê Misrê, û ji wir bo Lubnan, û pişt re Şam û pişt re Cizîra Rojavayê Kurdistanê , herweha xwe gihand şoreşa Agirî li Bakurê Kurdistanê li gel birayê xwe Mîr Kameran Bedirxan û pişt re li gel Ihsan Nûrî Başa çû Îranê û ji wir rû Iraqê kir, dîsa vegeriya Şamê û li wir bi cî bû.

Li Şamê mîr Celadet elfabeya xwe berhev kir, û di 15ê Gulana 1932an de û bi moleteke fermî dest bi weşana Kovara Hawarê kir û elfabeya xwe tê de belav kir, 57 hejmar ji Hawarê derxistin û pişt re jî Kovara Ronahî di sala 1942an ta sa1945an derxist.

Bi dehan nivîskar û rewşenbîrên kurd di Hawar û Ronahiyê de nivîs û berhemên xwe belav dikirin, Mîr Celadet bi xwe jî bi gelek navan di Hawar û Ronahiyê de dinivîsand, ji wan navan Stranvan, Herekolê Azîzan, Çîrokbêj, Bilêc Şêrko, Nêrevan û Ferhengvan...hd

Mîr Celadet yek ji damezrêner û çalakên Komeleya Xuybûn bû, herweha di nava kurdên Rojavayê Kurdistanê de liv û tevger dikir û ji ber wê yekê çûn û hatin û liv û tevgera wî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Frensiyan ve hatin astengkirin. Bi gelek zimanan diaxvî, kurdî, erebî, tirkî, inglîzî, frensî, elmanî, yûnanî , rosî û farsî.

Sala 1936an jiyana hevjîniyê bi Rewşen Bedirxan re pêk anî û bûn bav û dêya Sînim Xan û Cimşîd.

Roja 15.07.1951ê dema li nava zeviyekê li gundewarê Şamê serpereştiya paleyan dikir, dîwarê bîra wê zevîyî hilweşiya, û li wir Mîr Celadet koça xwe ya dawiyê kir, li paş xwe, dibistanek ji berhem di were zimên, wêje, û dîroka kurdan de hişt. Di merasîmeke berferh de, li goristana taxa Kurdan li Şama paytexta Sûriyê Mîr Celadet li tenşit gora bapîrê xwe Bedirxanê Mezin bi xakê hat spartin.

527