Efrîn.. Êşa herdemî

Efrîn.. Êşa herdemî

Dec 27 2019

Efrîn.. Êşa herdemî
Şêxo Efrînî

Bê gûman, ji dema ku şerê Sûriyê dest pê kiriye, wate ji 2011an ve, ta roja weke îro binpêkirin di dermafê sivîlan de têne encamdan, sivîl di xwînê de hatine gevizandin. Tu aliyek bêguneh nemaye, her aliyek bûye desthelatdar, stemkarî û zordarî li serê sivîlên herêmên hejmûna xwe de, bi rê ve birine.

Lê her kesek li ser dayîka xwe digirî. Belê em li ser Efrînê digirîn. Li ser tawanên nemirovî digirîn.

Li ser revandina xort û keç, kal û pîr, zarok û ciwanên me digirîn.

Li ser kuştina ciwanên me di zîndanên nandozan de digirîn.

Li ser şewtandina bi hezaran ji darên zeytûn û merxan, û darên biber û bêber digirîn.

Li ser desteserkirina mal û milkên sivîlan digirîn.

Li ser guhertina demoxrafî û Kurdiyatiya herêmê û windakirin, reşkirin, jêbirin, qirkirin, û tunekirina nasname û dîroka wê digirîn.

Li ser rûxandin, dizîna bi hezaran perçeyên şûnwarî û mêjûyî digirîn.

Li ser jiyana ereban ya ku ji xêr û bêrên Kurdan de dijîn, em digirîn.

Li ser jiyana xerap ya Kurdên resen li nava kampên Şehbayê de, digirîn.

li ser wê yekê digirîn ku bi buhaneya me azad bikin, kiryarên xwe yên dîktatorî, nijadperestî, û şofînî, bi serê Kurdan de meşandin.

Li ser bêdengiya hemû aliyan, Kurdî, Kurdistanî, Sûrî, Cîhanî, Navnetewî, û Navdewletî digirîn !!!

Gelo, ma ne nêzîkî du salan dibe, hîn jî rewş berûvajî dibe!? Roj bi rojê rewş xeraptir dibe?
Tu rojek li ser me re, derbas dibe û em bi revandinê, sepandina pac, û dolaran li ser şêniyên hejar û feqîr de, nebihîsin? Bê gûman na!

Her roj em tawanan dijmêrin li ser hêviya ku ya dawiyê be! Kîjan alî li paş vê siyasetê ye? Çi ji Çiyayê Kurmênc ji Efrîna rengîn û rindik dixwazin? Ma tiştek ma û we nekir? Curek ji sitemkarî, zordarî, tawan, kiryarên nemirovî, û bipêkirinan ma û di dermafê Kurdên Efrînê de we nemeşandin?

Êdî bes e, bar bikin herin ji warê min

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

464