Şêwekarî civakek biserxwe ava dike

Şêwekarî civakek biserxwe ava dike

Apr 18 2020

Şêwekarî civakek biserxwe ava dike
Mahir Hesen

“ Ji bo Şêwekara , huner di bin piçek giya de winda dibe .Ji bo mirovê normal, huner di bin çiyayekî bilind de winda dibe “

Berî her tiştî ka ez vê jî bêjim ,
Dewleta me tune ye , em ne xwediyê welatê xwe ne , wisa jî weke milet em ne xwediyê berhemên şêwekarên xwe ne jî û heman demê de jî deriyên pêşveçûnê li ber me tên girtin . Erê , çawa welatê me ketiye ber xezeb , talan , wêran û binbêkirinên dagirkeran de , karê şêwekarên Kurda jî nav badlîzoka winda buye ...

Dîrok di despêka nivîsandinê bi xwe , bi şêwekariyan despêkiriye û bandor li mirovayetiyê kir û di pêvajoya pêşkeftina netewî jî teybet mendiyek xwe ya giring heye .
Gelo Heta çi radayê Şêwekar bi kêrî me hatine û tên ?!

Piraniya civakên kevnar yên sereke bi destnîşankirina nasnameya xwe ya netewî bi hunerî didan nîşan û diyar kirin . serpêhatî û hînbûn û fêrbûna çand û jiyanê bi hunerê bû .

Ji ber vê yek ez dixwazim gul ji gulên bax û bistan û dehla hunera kurdî bidim nasîn , ew jî Mihemed Hero ye, ciwanekî nûhatiye , dil û mêlakên wî tişî omîdên bo jiyanek bedew bi rengên keskesor da ku wê bedewiyê bi rêya Şêwekariyê nav miletê xwe de belav bike . Mihemed hewl dide ku penca xwe di nav civakê de bihêle , Mihemed ji Qamişloka Cegerxwîn û Mihemed Şêxo û Nûredîn Zaza ye , bi temenê xwe 21 salî ye , û karî bû di vî temenê hane de bi awayekî gelek şox û peng şêweyêyê dike , li Hewlêr beytext û hêlîna Şoreşgeran dijî .

Di Temenê 10 salî dest bi Şêwekariyê kiriye . Piştgiriya sereke malbatî didiyê û xwişka wî bi taybetî , û her wiha dost û hogirên wî jî cesaretek û hêzek e xurt didinê ku ew berdewam bike û çêtirîn peyda bike .

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

1491