Muslim behsa hêzên ku wê li Rojhilatê Çemê Feratê bicih bibin dike

Muslim behsa hêzên ku wê li Rojhilatê Çemê Feratê bicih bibin dike

Apr 16 2019

Serkirdeyekî kurd raghand ku pêşeroja deverên Rojhilatê Çemê Feratê hîn ne diyare, lê diyar kir ku istiratîciya Emerîkî ya taybet bi vê deverê li ser bingeha razîkirna Turkiyê tê avakirin .

Endamê komîta navendî ya partî dîmuqratî kurdistan Sûriya PDK-Sê Elî Muslim ji Bas News re raghand ku pêşeroja rojhlatê çemê Feratê hîn ne diyare lê bêguman Emerîka wê Tûrkiya razî bike, ku eger heye ew tevilheviya dinavbera kurd û Tûrkiya de rake bi amedebûna PYDê yan nebûna wê .

Musilm eşkere kir ku tê pêşbînî kirin ku çekdarên PYDê bê beş bin li rojhilatê çemê Feratê di pêşerojê de bi taybet ku ev yek li ser zarê şandeyê wezareta derve ya Emerîka Cêmis Cêvrî beriya çend rojan hate tekez kirin .
Derbarê hêzên ku wê cihê çekdarên PYDê li wê deverê bigrin Musilm da zanîn ku wê hêzeke hevbeş ji pêşmergeyên kurdistana Sûriyê û hêzên Opizisiyonê yên ku destê wan bi xwîna Sûriyan pîs nebûye wê bigrin , bi serpriştyeke navdewletî û sponseriyeke ji welatên kendava Erebî .


747