30 Zarokên Birîtanî li kampên Sûriyê dimînin
Rojnameyeke Birîtanî raghand ku bêhtirî 30 zarokên Birîtanî ku li bin destihlata Da'işê ji dayikbûne neha li nava kampan li Sûriyê dimînin dinav wan de 3 keçên Birîtanî ku bavê wan berya çar salan li gel dayika wan ew birbûn Sûriya .
Rojnameya Dêlî Tiligraf ya Birîtanî raportek binavê Zarokên Birîtanî li Sûriyê belav kir têde raghand ku 3 keçên Birîtanî li Sûriyê ne .
Dapîra wan hersî keçan dema ku naskir ku neviyên wê saxin li Sûriyê daxwaz ji hikumeta welatê xwe kir ku wan keçan vegerînin bi taybet ku ew hersî keç li Birîtanya jîdayikbûne û pîwîste vegern welatê xwe .
Dapîra wan keçan dibêje nabe ku neviyên wê yên kiç baca şaştiyên Bav û dayka xwe bidimn ji ber ku mêrê keça wê yê binavê Elî ew neçar kirin ku li gel wê hern Sûriya ku piştre agahî jê re hatin ku hemî hatin kuştin .
Rojnameya navbûrî eşkere kir ku li gorî zanyaryên wan û piştî dîtina tomarên kampan li Sûriyê diyar bû ku neha 30 zarokên Birîtanî li Sûriyê dmînin , ku tê pêşbînî kirin ku 12 zarok ji wan li Birîtaniya jidayik bûne û yên din bi tenê daykên wan Birîtanî ne .
453
