PYDê serkirdeyekî ŞPKS li Dirbésiyê revand

PYDê serkirdeyekî ŞPKS li Dirbésiyê revand

Jun 05 2018

ArkNews : di berdewamiya siyasetên revandin û binçavkirina çalakvan û endam û serkirdeyên Encûmena Niştmanî a Kurdî li Sûryê ENKSê û kiryarên dûrî mirovatiyê û rewiştên kurdîniyê ku yekrêziya mala kurdî bêhtir cuda û ji hev dûr dixe , herî dawiyê jî, grûpeke çekdarên PYDê Ebulhemîd Temo berpirsê pêwendiyên derve yê Şepêla Pêşeroj a kurdî li Sûryê revand .
di daxuyaniyeke Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûryê de ku Ofîsa Ragihandnê belavkiriye raghand , ku grûpeke çekdarên PYDê berpirsê pêwendên derve yê şepêla pêşeroj a kurdî Ebdulhemîd Temo roja Yekşemê êvarê , di dema ku dixust ji bajarê Drbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê berev mala xwe ya li gundê El-Cenaziya ve biçe ,revand û ta niha çerenvîsa wî nediyare .
Şepêla Pêşeroja Kurdî di daxuyenya xwe de silamtiya endamê xwe Ebdulhemîd Temo ji PYDê xwest , û got ku ew di ber her zirarekê derhqê Temo de berpirse, û daxwaza eşkerekirina çarenvîs û serbestberdana wî bi awayekî lezgîn kir.


591