Welatiyekî Kurd ji 2012an de windayî ye
ARK NEWS... Rêxistina Dengê Girtiyan banga diyarkirina çarenivîsa welatiyekî Kurd ku ji xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir, ku ji 2012an de windayî ye.
Rêxistina Dengê Girtiyan li ser rûpela xwe belav kir ku, Haval Seîd Heson ji 8 meha 12an sala 2012an ji cihê leşkeriya xwe ya neçar winda bûye, û ta niha tu ahagî li ser tune ne.
Heman rêxistinê da zanîn ku Haval Heson li derdora Şamê li Heresta leşkeriya neçar ya rêjîmê dikir.
Haval Seîd Heson ji navçeya Mabeta ye jidayîkbûyê 1992an e, rêxistina Dengê Girtiyan bang li rêjîmê kir ku çarenivsa navbûrî eşkere bike, herwiha bang li hemû rêxistina kir ku destêwerdanê bikin da ku çarenivîsa Haval û hemû girtiyan diyar bikin.
Ş.E
345
