Efrîn .. Çekdar darên bi ber û bê ber dibirin û dikin êzing

Efrîn .. Çekdar darên bi ber û bê ber dibirin û dikin êzing

Nov 11 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, binpêkirin, dizî û desteserkirina mal û milkên welatiyên Kurdên ku li ser xaka mane berdewam in, û her buhane ew e ku bi ser PYDê ve ne, ji bilî wan jî malbatên derbider yên ji ber êrîşa Turkiyê reviyane, milkên wan ji mal û daran bi temamî navbera girûpên çekdar û malbatên wan de, hatine parvekirin .

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de 11ê Mijdara 2019an, ragihand ku girûpên çekdar û erebên ku li herêmê hatine bicîkirin berdewam, berhem û darên Kurdan ji xwe re didizin û daran dibirin da ku bikin êzing .

Heman rêxistinê daye zanîn ku li navçeya Bilbilê, hîn jî girûpên çekdar yên destê xwe danîne ser Bilbilê, darên malbatên derbider bi buhaneya ser bi PYDê ve ne, ji xwe re dibirin, hin caran bi karê birînê radibin bi buhaneya ku daran vedidin, lê mebesta wan ew e da ku bikin êzing û bazirganiyê pê bikin .

Rêxistina navbûrî navên fermandarên girûpên çekdar yên destê wan di wê hilmetê de heye belav kirine : Tariq Cûriyê, Ebû Zekûr, Besam ji çekdarên Hemzat, û her yek ji Ebû Telal û Elesmer ji çekdarên Siqûr Elşemal . ji bilî wê yekî erebên li Bilbilê hatine bicîkirin darên zeytûn, tû û henaran, yan darên merxan wek çinar palît sindiyanê dibirin û didizin û behemên zeytûn, tirî û hejîran ji nav zeviyan diçinin .

Li navçeya Mabeta mijar ne gelekî cuda ye, li wê derê jî çekdarên Cebha El Şamiyê bi femandariya Şêx Cûma Elcebelî û çekdarên Ebû Ehmed, behemên daran bi buhaneya yên PYDê ne, didizin. Herwiha telîzên ku şêniyên navçeya ji zeytûnan dagirtine, ji nav zeviyan desteser dikin .

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ronî xistiya ser kiryarên li Cindirêsê jî çê dibin ku, erebên hatine bicîkirin li gundê Tilifê bi hemahengî bi fermandarên Hemzat re, berhemên zeytûnan yên welatiyên gundê Keferzîtê didizin .

Di vê dema dawiyê de hijmara girûpên çekdar li herêma Çiyayê Kurmênc kêm bûn ji ber ku berê xwe dan herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Çemê Kurdistanê, di operasyona Turkiyê de beşdar kir, lê tevê wê yekê û kêmbûna hijmara wan, binpêkirin di dermafê şêniyên Kurd li bajarê Efrînê û navçe û gundên wê de berdewam in .

Ş.E

592