Encûmena Nûneran ya Emerîka pirojeyasayekê li dijî asayîkirina pêwendiyan li gel Rêjîma Sûriyê derdixe

Encûmena Nûneran ya Emerîka pirojeyasayekê li dijî asayîkirina pêwendiyan li gel Rêjîma Sûriyê derdixe

Feb 15 2024

Encûmena Nûneran ya Emerîkayê îro Pênşemê 15 Sibata 2024an projeyasayek li dijî asayîkirina peywendiyan bi Rêjîma Sûriyê re pejirand.

Encûmena Nûneran ya Emerîkayê bi 389 dengên belê, li hember 32 dengên nerazîbûnê, projeyasayek li dijî asayîkirina peywendiyan bi Rêjîma Sûriyê re pejirand.

Li gor wê projeyasayê, Emerîka ne amade ye pêwendiyên xwe li gel Rêjîma Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed asayî bike û hikûmet û serkirdayetiya wê jî nas bike.

Herwiha vê projeyasaya Encûmena Nûneran jî, yasaya Qeyser ya sizayên li ser Sûriyê, ku biryar e îsal bi dawî bibe jî, dirêj kir.

61