Nêçîrvan Barzanî: Bi kar û berhem û bîranînên xwe wekî hunermendekî jêhatî, herdem bi zîndî dimîne

Nêçîrvan Barzanî: Bi kar û berhem û bîranînên xwe wekî hunermendekî jêhatî, herdem bi zîndî dimîne

May 04 2020

ARK NEWS... Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nameyek sersaxiyê ji malbata hunermendê navdar Seîd Gabarî re şand. Naveroka nameyê ev e:

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya hunermendê navdarê Kurdistanê, xwedê jêrazî Seîd Gabarî gihîşt min. Bi vê helkefta xemgîn pirse û sersaxiyê li malbat, kesukar, dost û hevalên wî dikim û hevsoz û hevxemên wanim. Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şad bike û hedarê bide hemû aliyek.

Hunermend Seîd Gabarî dengekî bi soz û resenê Kurdî ye û çendîn salên dûr û dirêj, xizmeta stran û muzîka Kurdî kiriye. Li serdema şoreşê da çendîn sirûd û stranên bi xweşî û coşiyê ji bo xebat û Pêşmergeyan straye. Arşîvekî dewlemendê muzik û stranê li pey xwe de bi cîh hişt. Bi kar û berhem û bîranînên xwe wekî hunermendekî jêhatî, herdem bi zîndî dimîne.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04/05/2020

454