Vatîkan spasiya rola Serok Barzanî û Pêşmergeyan dike
ARK NEWS .. Roja Yekşemê 10ê Mijdarê 2019an li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Albêrto Ortêga Martîn Balyozê Vatîkan li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Balyozê Vatîkan li Iraqê spasî rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li têkşikandina terorîstên DAIŞê kir û ragihand ew ê ku Pêşmerge encam da karek bû ji bo hemû mirovayetiyê. Herwiha pêzanînên xwe jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku li rojên teng da koçber û pêkhatên olî û neteweyiyan parast û dergehê ji bo wan vekirin.
Li beşekî din yê civînê da rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nerazîbûn û xwepêşandana xelkê li Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser rewatiya daxwaziyên hemwelatiyan û xwepêşandana aştiyane kirin û her du alî li ser wê yek nerîn bûn ku tundutîjî ji aliyê her aliyek bê kêşeyên Iraqê kûrtir dike.
Pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû
450
