Efrîn.. Xêrxwaziya Barzanî li navçeya Bilbilê 45 nexweş derman kirin
Di çarçoveya pêşkêşkirina xizmetguzariyan li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, nexweşxaneya gerok xizmetguzariyên pizîşkî pêşkêşî bi dehan kesan li gund û navçeyên Efrina Rojavayê Kurdistanê kirin.
Ofîsa Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand ku tîmên wê yên pizîşkî di 18ê Tîrmaha 2024an de seredana gundê Qizilbaş ya navçeya Bilbilê li Efrînê kir.
Serbar kir ku di serdanê de, 45 kes derman kirin jê (27 jin, 6 zarok û 12 mêr) pişkinîn kirin.
Ji 20 Berçileya borî ve, tîmên pizîşkî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê dest bi dermankirina nexweşên gund û navçeyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê kiriye û bi hezaran welatî pişkinîn kirine.
178