Binpêkirinên Efrîn, Girê Spî, û Serê Kaniyê li ser maseya Netewên Yekgirtî de hatin pêşkêşkirin
ARK NEWS .. Di roja Şemiya bûrî, 14ê Berçileya 2019an, nûnerên Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, û Rêxistina Mafê Mirovan li Sûriyê MAF, li welatê Elmaniya bi nûnera Komîta Lêkolînên Navdewletî ya girêdayî bi Sûriyê di Netewên Yekgirtî de civiyan, di civînê de, herdu rêxistinan, binpêkirinên ku li Efrîn, Serê Kaniyê, û Girê Spî, yên Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Turkiyê û girûpên bi ser ve rû didin, danîn ser masê û gengeşe kirin.
Derbarê wê civînê de, herdu rêxistinan daxuyaniyek hevbeş, belav kir, tê de hatiye: Nûnera Rêxistina Mafê Mirovan, Leman Xelîl, û nûnerê rêxistina MAF, Hefîz Ebdulrehman, bi nûnera Komîta Lêkolînan civiyan, di civîna ku 3 demijmêran berdewam kiribû, behsa hemû curên binpêkirinên ku hatine encamdan, û têne encamdan ji aliyê Turkiyê û girûpên bi ser ve, li Efrîn û Serê Kaniyê û Girî Spî, hatin kirin.
Her di civînê de, herdu nûneran raportên li ser rewşên, kuştin, windakirin, binçavkirin, eşkenceya tund, revandina bi mebesta xwestina pereyan, dizî, desteserkirin mal û milkan, diziya şûnwaran, birîna daran, û şewitandina zevî û daristanan, hatin nemayîşkirin, ku mebest jê ew e da ku kesên resen mane ji malên xwe derkevin, û pirojeya guhertina demoxrafiya herêmê di rêya anîna bi dehê hezaran ji malbatên ereb û turkuman, ku bi rêkeftinekê navbera Turkiyê û Rûsiyê bû, cî bi cî bibe.
Li aliyekî di ji civîne, ameje bi diyardeya tundûtûjiyê li hember kesên ne musilman wek Êzîdî û Mesîhî, û neçarkirina sepandina ola Islamî li ser wan hate kirin, herwiha belavkirina hizir û ramanên tundirew li ser şêniyên herêmê wek sepandina curek dûr ji kultûra wan û destêwerdana bi kinc û cil û began de li ser hate rawestandin.
Daxuyaniyên diyarkirina zîndan û girtîgeh û cihê binçakirinê li Efrînê, herwiha cihê belavbûna derbiderên Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî û rewşa wan aliyekî din ji mijarên civînê li xwe girt.
Di dawiya daxuyaniya hevbeş ya Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, û Rêxistina Mafê Mirovan li Sûriyê MAF de tekezî li ser wê yekê kirine ku raportên hatine pêşkêşkirin bi belge û amar û wêne û perçe vîdiyo hatin pêşkêkirin, li ser hêviya ku têkeve raportên bê yên Komêteyê de.
Ş.E
448
