Kobanê... Dayîka Nîdal Îbo serbest hat berdan
ARK NEWS... Piştî bêtir ji 2 heyvan ji revandinê, jina kurd ya bi navê Heyfa Hoşo li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê serbest hat berdan.
Heyfa Hoşo dayîka Nîdal Îbo berpirsê darayî yê ji encûmena Munbicê cûdabûyî ye, di 1ê Adara îsal ji mala xwe li bajarê Kobanê ji aliyê QSDê ve hatibû revandin, tevî ku tu têkilî û peywendiya wê bi siyaset, doseyên partîtî, gendelî, û partiyan re tune ye, serbarî ku rewşa wê ya tendirstî ne aram û ne baş bû e.
Sedema revandina wê ew bû li ser torên civakî derketibû, û banga diyrkirina çarenivîsa hevjînê xwe, kurên xwe, bûka xwe û neviyên xwe kiribû.
Ta niha jî 8 ji malbata Nîdal Îbo ne diyar e, navê revandiyan ev in . Mehmûd Îbo ku bavê Nîdal e temen 60 salî ye
Her sê birayên Nîdal: Rêzan Îbo 24 salî
Ehmed 16 salî
Mihemed 14 salî
Hevjîna Nîdal Emîra Betran 23 salî
Hersê zarokên Nîdal Mehmûd yê 6 salî
Lezgîn 4 salî û Arîna 3 salî.
Ş.E
489
