
Nêçîrvan Barzanî: Yê serkeftî xelkê Kurdistanê ye..Em ber bi qonaxeke baştir biçin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li binkeyeke dengdanê li Hewlêrê amade bû û dengê xwe. Piştî dengdanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Encamên hilbiajrtinan her tiştek be jî, aliyê serkeftî her xelkê Kurdistanê ye. Ya girîng ew e ku ew hemû Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir bibin.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe da, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Ez jî weke her welatiyekî din hatime dengê xwe bidim. Dengdan mafê welatiyan e. Ez hêvî dikim, ku bi şêweyeke aram birêve biçe û xelkê Kurdistanê biçin ser sindoqên dengdanê ji bo hilbijartina nûnerên xwe.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz kir, ku proseya hilbijartinan bi aramî birêve biçe û got: “Daxwaz ji welatiyan û hêzên ewlehiyê dikim ku ewlehiyê biparêzin. Gelek giring e, ku ev prose bi aramî û bê kêşe birêve biçe. Ya girîng ew e ku ew hemû Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, bi lidarxistina gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, xelkê Kurdistanê aliyê serkeftî yê proseyê ne û got: “Encamên hilbijartinan her tiştek be jî, ev hilbijartin her hilbijartin e ji bo diyarkirina parlamentoya Kurdistanê , yê serkeftî her xelkê Kurdistanê ye, ku dixwaze bi rêya proseyeke demokratîk nûnerên xwe hilbijêre.”
612