Serokê ENKSê: Danûstandin dê meha Çileyê dest pê bikin
Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê geşbîniya xwe derbarê serketina danûstandinên Kurdî Kurdî da xuyakirin, û tekezî li ser girîngiya yekbûna gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê kir, da ku pîlanên li dijî Rojavayê Kurdistanê hatine pilankirin û nexşkirin, werine jinavbirin.
Siûd Mela serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê di lêdwaneke taybet de bo ARKê ragihand: Gelek pîlanên li dijî yekbûna gelê kurd û jinavbirina danûstandinên Kurdî Kurdî hatine darêjtin, û ketine warê bicîkirinê de.
Hewreha Siûd Mela got, ji bo jinavbirina wan pîlanan pêwîst e, gelê kurd hevgirtî be, ENKSê bi xwe piştê bi yekrêziya gelê kurd girê dide, ji ber gelê kurd jêdera bihêzbûna ENKSê ye.
Derbarê danûstandinên Kurdî Kurdî, serokê ENKSê got, ku ew çaveriya gerentorê danûstandinan dikin, û aliyê Emerîkî ku gerentorê ji danûstandinan re bi xwe ve mijûl e, bi taybetî guhartina serokê Emerîka û nêzîkîbûna bêhinvedanên serê Salê.
Siûd Mela da zanîn: Di meha Çileya sala nû de, ango di meha yekê ya sala 202an de, danûstandinên Kurdî Kurdî dê dest pê bikin.
266
