Xwecihiya Girkê Legê ya ENKSê sersaxiyek belav kir

Xwecihiya Girkê Legê ya ENKSê sersaxiyek belav kir

Sep 29 2020

ARK NEWS... Xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê nameyek sersaxiyê bi koçadawiya Mihemed Emîn Ebas, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê belav kir.

Di nameya xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, de sersaxî ji hevalên di partî de, herwiha malbat û kesûkarên endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Mihemed Emîn Ebas re şand.

Duh roja Duşemê 28ê Îlûna 2020an, endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Mihemed Emîn Ebas çû ber dilovaniya Xwedê.

Xebatkar Ebas, beriya çend rojan rastî nexweşiyekê hatibû, û ji nexweşxaneya Azadî ya Duhokê, ji bo nexweşxaneyên Hewlêrê dihat veguhestin, lê di rê de koça dawiyê kir.

Mihemed Emîn Ebas xebatkarekî kevin e, ji ciwaniya xwe ve tevlî Partî bûye. Li Domîza Duhokê karê xwe dikir.

Ş,E

339