Efrîn : YPGê armanckirina sivîlan li xwe digre
Li jêr navê di çarçoveya qonaxe duyem ji operasiyona duyem ya berxwedana Efrînê YPG şehêdbûna sivîlekî ku di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dabû li xwe girt û şanazî bi şehîdbûna cotkarê Efrînê kir
Di 29/10/ 2018 dema cotkarê kurd Elî Beşîr bi bira û biraziyê xwe re hewil didan berê xwe bide zeviyê xwe da ku darên zeytûnan biçinin li gundê Goliya Jor yê navçeya Raco li Geliyê Teyra mayîn bi wan de teqiya û di encamê de Elî Beşîr Elî şehîd bû, û birayê wî Mihemed bi giranî birîndar bû, û destê wî hat birîn û ji bo nexweşxaneyeke Turkiyê hat veguhestin .
Piştî wê bûyerê di heman roja bîst û nehê meha dehan çekdarên YPG daxuyaniyek belav kir û têde teqîna mayînê li gundê Goliya Jor li xwe girt û bi navê operasiyonê belav kir .
lê ya balkêş ew e ku di daxuyaniyê de hatiye ku çekdarên YPG operasiyonek li dijî otombêleke leşkerî ya Turkiyê û girûpên bi ser ve li gundê Goliya Jor encam daye ku berhemên zeytûnên
çotkaran didzîn û di encama de û li gor daxuyaniyê sê çete hatin kuştin angu Elî Beşîr Elî û birayê wî Miḧemed û biraziyê wî Osman.
Ya balkêştir ew bû ku PYD wêneya li ser malper û rûpelên xwe yên fermî belav kiriye heman wêneya teraktorê ku welatiyê gundê Goliya Elî Beşîr Elî têde bû , bû qurbanî destnîşan kiriye .
Nexasim tu bûyerên din li gundê Goliya ji bilî teqîna mayînekî li wî gundî nehatibû rûdan .
lixwegirtina PYDê ji şehîdbûna sivîlan nexasm çotkarê kurd Elî Beşîr Elî û binavkirina wan bi çeteyan ku di encama teqîniya mayînekê PYD şehîd bûbû cihê neriḧatî û dilgiranîya welatiyên Efrînê ku ev e ne cara yekê ye PYDê û ragihandinê wê teqînên terorî li xwe digirin, ku beriya niha çendîn teqîn li Efrînê li xwe grtibûn .
li Efrînê û gund û navçeyên wê bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbaniya teqîna mayînan ku ew mayîn ji aliyê PKK û PYDê ve hatibûn çandin û beriya ji her gundekî derkeve mayîn di mala sivîlan û nav zeviyên çandinyê de diçandin û hîn zincîra şehîdbûna teqîna mayînên li Efrînê bi dawî ne hehatiye.
Ş.E
.
538
