H.N 26 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî rê kir R. Kurdistanê
Nov 07 2021
ARK NEWS .. Di dema daeiyê de, Hevpeymaniya Navdewletî rojane karwanên leşkerî rêdike Rojavayê Kurdistanê.
Jêderek xwecihî ragihand ku Duh danê êvarî careke din Hevpeymaniya Navdewletî karwanek leşkerî ku ji 26 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat ji dergehê Elwelîd yê hevsînorî derbasî nava xaka Rojavayê Kurdistanê kir , û piştire berev bajarê Rimêlan û Reqayê bi rê ket .
Jêderê da zanîn ku bi vê yeke , eve 2em karwana leşkerî ya Hevpeymaniyê ye di vê mehê de.
413
