
Hesekê.. Nebûna elektrîkê xelkê neçar dike ku enerjiya rojê bi kar bînin
Hevdemî bilindbûna germahiyê û nebûna elektrîkê welatiyên bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDê de neçar dibin enerjiya rojê bi nirxekî giran bikirin.
Jêderên xwecihî ji ARKê re eşkere kirin ku nirxê ambêrên elektrîkê mihane digihe 10 Dolarên Emerîkî.
Serbar kir ku xwedanên miwelîdeyan bi boneya werza germahiyê rojane çend demjimêran miwelîdeyan pê dixin û daxwaza nirxekî giran ji xelkê dikin.
Nîşan bi wê yekê kir ku bazirgan sîstemê enerjiya rojê di navbera 1300-1500 Dolarê Emerîkî difroşin welatiyan.
Tevî bihabûna nirxê enerjiya rojê, lê xelk neçar e ku enerjiyê bikirin û bikar bînin ji ber nebûna elektrîkê.
118