HSDê.. Di revandina zarokan de li Rojavayê Kurdistanê berdewam e
Çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk "HSD" zarokek din ji Rojavayê Kurdistanê revandin.
Jêderekî taybet ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ARKê re got: Ciwanên Şoreşger zaroke bi navê Fîdan Hisên Bilu temen 14 salî, û xelka gundê Xelalkê ya ser bi navçeya Bilbila Efrîna Rojavayê Kurdstanê ve bi armanca leşkerkirina neçarî di nav refên HSDê de revand.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antoniyo Gotêrêş di raporta xwe ya bi navê "Zarok û Pevçûnên Çekdar" de ku di 3ê Hezîrana 2024an de hat weşandin de got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û partiyên girêdayî wê (462) zarok li herêmên ku di bin kontrola wan de di dema derbasbûna xwe de birin leşkeriyê.
Tevî ku Mazlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan Vêrcina Gamba re, li ser bidawîkirin, leşkerkirin u tevlîbûna zarokên di bin 18 salî de û bikaranîna wan di, operasyonên leşkerî de îmze kir. Lê girtin, revandin û leşkerkirina wan berdewam dike.
106