Welatiyekî ji bajarê Kobanî banga rizgarkirinê ji metirsiya bombeyên li pêş malê hatine çandin dike.

Welatiyekî ji bajarê Kobanî banga rizgarkirinê ji metirsiya bombeyên li pêş malê hatine çandin dike.

Jul 13 2024

Welatiyekî xelkê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê kurte vîdyok di 13 Tîrmeha sla 2024an de li ser rûpela xwe ya “facebook” belav kir ûtê de bang li Rêveberiya PYDê kir ku bombe li pêş mal û dukne wî li gundê “Axbaş” bi mebest hatiye çandin.

Di kurta vîdyoyêde Cimo dibêje ev bombe nû hatiye çandin, û dipirse, "Gelo we bombe ji bo min û zarokên min daniye yan karê we bûye koçberkirin û kuştina xelkê ye?"

Serbar kir ku beriya naha we 5 ji malbata me kuştine. We çi ji me divê?

Cimo berdewamî da gotine xwe û got “Eme li ser axa xwe bimînin û malên xwe bi cih nahêlin”.

Cemal Xelîl Hemo xelkê gundê Axbaş yê ser bi bajarê Kobaniya Rojavayê Kurditanê ve ye, û neviyê Cimûyê Elhemik yê ku li pêş kembera Erebî di sala 1974an rawstiya.

68