Amûdê... Karkerên tunelan yên HSDê êrîşî ciwanekî kir û guhê wî birîn
Jul 12 2024
Karkerên tunelan yên Hêzên Sûriya Demokratîk êrîşî ciwanekî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê kir û guhê wî jê kirin.
Jêderekê ji ARK News re got ku karkerên tunelan yên HSDê roja Çarşemê 10 Tîrmeha 2024an axa tunelan li pêş dukaneke berberiyê li bajarê Amûdê vala kir.
Heman jêderê serbar kir ku xwedanê dukanê valakirina axê red kir, lê karkiran êrîşî wî kir û bi awayekî hovane lê da guhê wî birîn.
116