Fransa nerazîbûna xwe ji binpêkirinên HSDê nîşan da
Di hevdîtinekê de li gel berpirsekî Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê Fabrîs Disbloşan rawêjkarê siyasî yê doseya Sûrîyê di Wezareta Derve ya Fransa de nerazîbûna xwe ji berdewamiya binpêkirinên li herêmên Bakurê Rojhilatê Sûriyê nîşan da.
Fabrîs û tîma xwe li gel hin fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê civiyan, û nerazîbûna Fransa ji zêdebûna girjiyan û berdewamiya binpêkirinan li herêmên di bin kontrola HSDê de, bi taybet revandin û leşkerkirina zarokan ji aliyê Çiwanên Şoreşger û girûpên ser bi HSDê ve nîşan da.
Her weha rawêjkarê Fransa doseya girtiyên rojnamevan, calakvan, endamên ENKSê, êrîşên li ser xwenîşanderan gotûbêj kir.
Di dawî de bang li HSDê kir ku derfetê li pêş karê siysî qedexe nekê ji bo gerentîkirina ewlehî û seqemgiriya herêmê.
138