HSDê.. Zarokeke 14 salî ji bajarê Helebê revand
Çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk "HSD" zarokeke din ê ji bajarê Efrêna Rojavayê Kurdistanê revandin.
Jêdereke taybet ji ARKê re got: Ciwanên Şoreşger zaroke bi navê Aya Hesen ya 14 salî, ji taxa Şêx Meqsûda Helebê bi armanca leşkerkirinê revand.
Jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku zaroke temen 14 salî ji gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye.
Tevî ku Mazlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan Vêrcina Gamba re, li ser bidawîkirin, leşkerkirin u tevlîbûna zarokên di bin 18 salî de û bikaranîna wan di operasyonên leşkerî de îmze kir. Lê girtin, revandin û leşkerkirina wan berdewam dike.
235
