TikTokê cêwîyên ku 19 salan berê ji hev cuda bûne li hev kom kirin
Îylîn Dîsadzî ya Corcî di sala 2022an de, dema ku Tik Tok dişopand keceke bi navê Ana Banşolêdzî nas kir u gelekî rengî wan wek hev bûn.
Piştî çend mehan ji hevaltî û naskirina her du kecan, biryar dan ku têsta DNA bikin da ku bizanibin ew cêwîyêne yan na?
Ana ji ajansa"France Presse" re got: “Zaroketiya min gelek xweş bû lê derket hemû xapandin bû”.
Ji aliyê xwe ve, Îylîn da zanîn: "Em bûn hevalên hev bêyî ku em guman bikin ku dibe em xwişk bin, lê di navbera xwe de me hest bi pêwendiyek taybet kir".
Piştî peşkinînê diyar bû ku her du xwişkin.
Bîhtirî 120 hezar zarok di navbera salên 1950 – 2006an de li Corciya bi mebesta bazirganiya mirovî hatin dizîn.
234
