Nêçîrvan Barzanî êrîşa li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê şermezar dike

Nêçîrvan Barzanî êrîşa li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê şermezar dike

Jan 29 2024

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa “terrorist” ya li ser hêzên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Urdinê, bi tundî şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Ez bi tundî êrişa terorîstî ya li ser hêzên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Urdinê şermezar dikim. Her wiha sersaxiyê ji malbatên leşkerên kuştî re dixwazim. Di vê dema dijwar de em li aliyê gelê Amerîkayê ne û ji birîndaran re jî başbûna bilez dixwazin.”

Duhî 28ê Çileyê di êrîşeke bi dronan de li ser baregeheke Amerîkayê li Urdinê de, 3 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 34 leşkerên din jî birîndar bûbû.

70