Mesrûr Barzanî: Biryara 688ê Kurdistan ji jenosîdekî din parasti bû
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera derketina biryara 688 a Encûmena Asayîşê de peyamek belav kir û ragehand û teqez kir ew biryar rê li jenosîdeke din girt û civaka navnetewî bi hewara gelê Kurdistanê ve hat.
Îro 05.04.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: Îro 33 sal li ser derketina biryara 688ê ya encûmena asayîşê ya ser bi Netewên Yekbûyî re derbas dibe ku roja 05.04.1991ê di encûma êrîşa hovane ya rejîma berê ya Iraqê, koçberiya milyonî ya xelkê Kurdistanê ber bi sînoran ve destpê kir.
Serokê Hikûmetê teqez kir: Ew biryara giring û dîrokî ya encûmena asayîşê bûye bingehek ji bo danîna navçeya dijîfirînê û di encamê de sînorek ji bo êrîş û zulma rejîma Beis danî û Kurdistan ji jenosîdeke din parast û civaka navnetewî bi hewara gelê Kurdistanê ve hat û piştre jî helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêkhat û hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhat.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: Biryara 688ê werçerxanekî dîrokî ye di xebat û tekoşîna gelê Kurdistanê de ji bo mafên xwe yên rewa. Vê bîrhatinê de rêz û pêzanîneke me ya gelek ji bo hewkarî û piştevaniya civakî navetewî û welatên Amerîka, Brîtanya û Fransayê heye. Bi taybetî piştevanî û piştgiriya xwedê jêrazî Serokê berê yê Fransayê François Mitterrand
Û hevjîna wî Daniel Mitterand dikin û ti demekî jibîr naken. Herwaha piştevaniya xwedê jêrazî Serokê Amerîkayê George Bush û herwaha serokwezîrê wê demê yê Brîtanya birêz John Major û Wezîrê derve yê wê demê yê Amerîkayê James Baker û cîhê rêz û pêzanîna xelkê Kurdistanê ne. Herwaha spasiya hewkarî û alîkariyên welatên Îran û Tirkiyê dikin ku sînor bi rûyê sedan hezar penaberên Herêma Kurdistanê kirin.
Serokê Hikûmetê diyar kir: Di salvegera derketina biryara 688ê de em teqez dikin ku hîn metirsî û gef li ser xelkê Kurdistanê û maf û destkeftên wê heye û pêwîste civaka navnetewî helwêstê cîdî li parastina xelkê Kurdistanê û rijdbûna li ser mafên rewa hebe û piştrastî bide ku xelkê Kurdistanê parastî be û careke din rastî pêlên jenosîd û binpêkirinên mafên xwe nebin.
115