Raportek mafên mirovan rewşa herêmên di bin kontrola PYD û HSDê de ya sala 2023an de dişopîne

Raportek mafên mirovan rewşa herêmên di bin kontrola PYD û HSDê de ya sala 2023an de dişopîne

Jan 03 2024

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan raportek belav kir û tê de çavdêrîya, hejmareke alozî û bûyerên ewlekarîyê kir ku bandor li binpêkirina mafan, li deverên di bin kontrola QSDê û rêveberiya PYDê de di sala 2023an de kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li herêmên di bin kontrola rêveberiya PYD'ê de nêzî 334 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Rewangehê, di encama şer û pevçûnên Turkiyê de nêzîkî 37 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 112 leşker jî hatine kuştin.

Di encama 154 êrîşên esmanî yên balafirên drun yên Turkî de 97 kes mirin û zêdetirî 107 kes jî birîndar bûn.

Raportê piştrast kir ku kiryarên "Ciwanên Şoreşger" yên ser bi QSD'ê ve û berdewamiya wan ji revandina zarokên biçûk yên temen kêm 18 salî re binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û peymanên navdewletî re yên ku ji aliyê rêveberiya PYD û QSD'ê ve hatine îmzekirin.

Serbarî ku, tevî daxwazên malbatan ji bo rawestandina pawenkarya zarokan û leşkerkirina wan ji bo hilgirtina çekan, Ciwanên Şoreşger berdewam bûn di leşkerkirina zarokan de di sala 2023an de.

Rêjeya tawanan jî bi zelalî zêde bû, û "84 kuştinên bi mebest hatin şopandin, hin ji wan jî sedemên xwe ne diyar in.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bang li pêkanîna daxwazên gel kir jibo başkirina rewşa xizmetguzariya civakî.

Her wiha banga rawestandina binpêkirinên berdewam ên ciwanên şoreşger li herêma rojhilatê Feratê kir.

340