Dêrik... PDK-S xebatkarên xwe xelat kirin
ARK NEWS... Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê bi helkefta 64emîn salvegera damezrandina PDK-Sê rêxistina Deşta Koçera ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê hejmarek kadir û xebatkarên xwe xelat kirin.
Roja Duşemê 14. 06.2021, rêxistina Deşta Koçera kadir û xebatkarên xwe bi helkefta 64emîn salvegera damezrandina PDK-Sê xelat kirin, herweha roja Yekşemê jî 10 xebatkarên din xelat kirin .
Di merasîmên xelatkirina xebatkaran de Hisên Silêman endamê komîta navendî ya PDK-Sê gotarek pêşkêş kir tê de behsa kar û xebat û rola wan xebatkaran kir, malbatên kadir û xebatkarên PDK-Sê jî tekezî li ser berdewamiya kar û xebata xwe kir.
426
