HRW: Di 2017an de YPGê 224 zarok birine leşkeriyê

HRW: Di 2017an de YPGê 224 zarok birine leşkeriyê

Sep 15 2018


Rêxistna Hiyûmen Rayts Wotş HRW eşkere kir ku çekdarên YPGê yên bi ser PYDê ve 224 zarok di sala 2017an de tevlî leşkeriya xwe kirne.

Di raporteke xwe de ku di 12.09.2018an de belav kirye, HRW ragihand ku wê di Tebaxa borî de birna zarokan ji aliyê çekdarên YPGê ve ji sê kampan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê belge kiriye, di nav wan de şeş keç jî hebûn, û malbatên wan ji bo HRW metirsiya xwe ya mezin li ser zarokên xwe nîşan dane û rêjeyeke kêm ji wan dikarin peywendiyê bi zarokên xwe re bikin, dayika keçeke 17 salî ku ji aliyê çekdarên YPGê ve hatiye revandin ji bo HRW gotiye ew bi tenê dixwazin nas bikin keça wan sax e yan mirî ye.

Di raporta HRW de hatiye ku raporteke Emîndarê Giştî yê Netewên Yegkirtî bileşkerkirna 224 zarokan li ser destê çekdarên YPGê di 2017an de belge kiriye.

Li gorî wê raportê ku sala 2017an pênc caran ji sala 2016an, zarok bihtir ji alyê çekdarên YPGê ve ji bo leşkeriyê hatne birin, û dibêje eger YPGê bi rastî behsa rawestandina leşkerkirina zarokan dike, divê wan hemû zarokan ji leşkeriyê derxîne, û wan tevlî malbatên wan bike, yan jî ji bo destihlatên sivîl ji bo parastina wan werin veguheztin.

Li kurdistana Sûriyê ji destpêka Şoreşa Sûriyê ta niha PYDê û çekdarên xwe bi sedan zarokên kurd yên keç û kur revandine û dûrî xwendina wan kirine, hejmarek mezin ji wan di şerên PYDê de li navçeyên derveyî Kurdistana Sûriyê şehîd bûne, û ta niha jî gelek malbat tu zaniyariyan li ser zarokên xwe yên ji aliyê PYDê ve hatine revandin nizanin û nejî dikarn wan bibînin.

421